IraqNûçeRojhilatanavin

Beşdariya taximek ji Helebçê di merasima salvegera bombebarana kîmyayî ya Serdeştê de

Rayedarekî parêzgeha Helebçê li Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku taximek ji vê parêzgehê çûye Îranê bona beşdariya li meraima 32 saliya bombebarana kîmyayî ya Serdeştê.

 Li gor nûçeya Kurdpressê, Beşdarê devera Bemo ya parêzgeha Helebçê li Herêma Kurdistana Iraqê Adil Mela Salih ragihand ku taximek 10 kesî rayedarên vê parêzgehê çûye Îranê bona beşdariya li meraima 32 saliya bombebarana kîmyayî ya Serdeştê.

Wî got ku sefera vê taximê li gor vexwendina fermî ya Îranê û berpirsên Serdeştê cih hatiye.

32 sal berî naha 28.06.1987ê hikûmeta Beis a Iraqê bajarê Serdeştê yê kurdnişînê Îranê bombebaran kir û 118 kes şehîd bûn û zêdetirî ji 1500 kesan jî birîndar bûn.

Ew bombebarana kîmyayî salek berî bi dawî hatina şerê Iraqê li dijî Îranê  pêkhat û saet 04:14ê de bi gaza kîmyayî li çar cîhên sivîlan ên li bajarê Serdeştê û du xalên din ên derdora bajarê Serdeştê hatin bombebaran kirin.

Komeleya piştevaniya mexdûrên kîmyabarana Serdeştê bîlançoyek li bara kuştî û birîndarên Serdeştê ragihandiye ku li gor wê, di kîmyabaran Serdeştê 1200 kes şehîd bûn, 8 hezar kes jî birîndar bûn û herçend 31 sal ser bûyerê re derbas dibe, lê heta îro jî bandorên derûnî yên bûyerê li ser hemwelatiyên Serdeştê hene.

Başa dön tuşu