AborîAsyaIraqNûçeRojhilatanavin

Bexda: Em bo hinartina nefta Kerkûkê bi Hewlêr û Enqerê re di nav diyalogê de ne

Hikûmeta Iraqê dibêje, ew niha him bi hikûmeta Kurdistanê him jî bi rayedarên Tirkiyê re li ser hinartina petrola Kerkûkê di diyalogê de ne.

Wezîrê Nefta Iraqê Cebar Liêbî ji rojnameya Sebah ya Iraqî, ku rojnameya fermî ya hikûmetê ye, re gotiye, ew dixwazin petrola Kerkûkê bi rêya Tirkiyê re bifroşin derve ji ber wê jî him bi hikûmeta Kurdistanê him jî bi rayedarên Tirkiyê re li ser vê mijarê gotûbêj dikin.

Wezîrê Nefta Iraqê daye xuyakirin ku li gorî encamên wan hevdîtinan dê biryar bidin nefta Kerkûkê bişînin bendera Ceyhan yan na.

Wî rayedarê Iraqî daye zanîn, ji ber ku boriya ku ji Kerkûkê diçe Tirkiyê, ji ber êrişên terorîstî wêran bûye loma ew dixwazin bi boriya ku ji Herêma Kurdistanê diçe Tirkiyê, nefta Kerkûkê hinarde bikin.

Li gorî agahiyên Wezîrê Nefta Iraqê, niha li Kerkûkê 220 hezar bermîl neft tê derxistin û hemû jî bo parzûngehên herêmî tên şandin.

Başa dön tuşu