NûçeRojhilatanavinYemen

Bi dehan kirêgirtîyên siûdî bi destê nîşanbazên yemenî hatin kuştinê

Çavkanîyên yemenî ragihandin ku di encama opêrasyona nîşanbazên yemenî mideha 2 rojên buhurî de, zêde ji 60 kirêgirtîyên hevalbendîya zorbêj a siûdî hatin kuştinê yan jî birîndar bûn.

Li gorî rapora Fars News`ê, hêzên yemenî duh piştî teqandina çen mînan ser rêya maşînên zêrêhî yên kirêgirtîyên siûdî li Cazanê li başûra Erebistanê, kemîn danîn ku di encamê de kirêgirtîyên nav maşînan de hatin kuştinê û çend kes jî birîndar bûn.

Hêzên yemenî herwiha cihê kombûna kirêgirtîyên hevalbendîya siûdî li devera Esîr li başûra Erebistanê dan ber topan ku di encamê de hejmarek kirêgirtî hatin kuştinê, çend jî birîndar bûn.

Li bereyên hundur jî hêzên artêşa Yemenê û Ensarulahê çend bombe li çeperên kirêgirtîyên siûdî li deverên Meslûb û Xib ul Şeifê li parêzgeha Al Cewfê li bakura Yemenê teqandin ku di encamê de bi dehan kes ji wan çend fermandeyên leşkerî yên kirêgirtîyan hatin kuştinê.

Li perravê rojavaya Yemenê jî artêşa Yemenê û Ensarulah çeperên kirêgirtîyan li devera Tehîtayê dan ber topan. Hêzên yemenî herwiha çeperên girîng û istiratêjîk ên li devera Wazêîyê li Teizê li rojavaya Yemenê paqij kirin.

Başa dön tuşu