NûçeRojhilatanavinSûriye

Çêkirina çekên kîmyawî li Helebê bi madeyên amerîkî

Komên terorîst ên li Sûriyê, çekên xwe yên kîmyawî, bi madeyên ku li Amerîkayê amade bûne, li kargehên li rojhilata Helebê li bakûrê Sûriyê, çê dikirin.

Li gorî rapora kanala televîzyonî ya AL ALAM`ê, Samêr Ebas, berpirsê cihhatina hevhatinama qedexeya çekên kîmyawî, hin mînak û belge radestî taxima Saziya Qedexeya Çekên kîmyawî kir ku ev belge nîşan didan komên terorîst gaza kîmyawî ya Xerdelê li Sûriyê bi kar anîne.

Taxima Saziya Qedexeya Çekên Kîmyewî jî ragihandibû, divya komîteyeka taybet bona şopandina mesela bi karanîna gazên kîmyewî ji aliyê terorîstan ve pêk hatina, lê tu hewldanek jibo pêkanîna vê komîteyê dest pê nebû.

Li gorî ragihandina Ajansa nûçeyan a Spûtnîkê, wezareta berevaniya Rûsyê, piştî lêkolînên berfire, hin belge li ser bi karanîna çekên kîmyawî ji aliyê terorîstan ve li êrişa ser gundekê di navbera riya Heleb- Mareê, raber kir ku piştrast dikin, komên terorîst gaza Xerdelê û gazên din û madeyên pirr bixeter ên kîmawî, ji derveyî Sûriyê bi dest anîne.

Komên terorîst bi caran bi gulleyên tijî gazên kîmyawî, êrişî ser pêgehên artêşê û koma hawargihandina Sûriyê li başûrê rojavaya Helebê kirine.

Terorîst midehekê beriya niha bi mûşekên bi destçêkirî ku tijî gazên kîmyswî bûn, êriş birin ser navçeya zankoya endazyarî û zanistên leşkerî ya Esedê û berî êrişa ser vê navçeyê, trombîleka bombekirî teqandin.

Lêkolîna li ser mînakên ku ji kargeha çêkirina çekên kîmyawî yên bi destçêkirî hatine rakirin, nîşan dan ku madeyên sereke yên van çekane li Amerîkayê hatine berhemanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu