CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Elî Larîcanî: Amerîkî dema gotûbêjê gellek baş diaxivin û qala pêşerojeka ron dikin, lê dema cihanînê tu yek ji sozên xwe cih naynin

Serokê Meclisa Şêwraya îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî li hevdîtina bi Rî Yong Ho, Wezîrê karên Derve yê Koreya Bakur li Têhranê bi gotina vê yekê ku amerîkî sozên xwe li lihevkirinan cih naynin, got: Komara Îslamî ya Îranê berbihuriya xwe ya gotûbêja bi Amerîkayê ra heye û sozên amerîkiyan jî li vî warî da hat diyarkrin, lê wan tu wextî sozên xwe cih neanîn.

Serokê Meclisa Şêwraya îslamî ya Îranê destnîşan kir: Amerîkî dema gotûbêjê gellek baş diaxivin û qala pêşerojeka ron dikin, lê dema cihanînê tu yek ji sozên xwe cih naynin.

Serokê Saziya Qanûndarêştinê ya Îranê  her wiha bi gotina vê yekê ku Têhran ji berfirehkirina hevkariyên siyasî û dualî digel Piyong Yangê pêşwaziyê dike, got: Komara Îslamî ya Îranê visa difikire ku berjewendiyên Koreya Bakur li sekinîna li hemberî hêzxurtên zorbêj tên dabînkirin.

Rî Yong HO, Wezîrê karên Derve yê Koreya Bakur jî tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji berfirehkirina pêwendiyên navbera Koreya Bakur û Îranê, ji alîkariyên Komara Îslamî ya Îranê bo wî welatî di salên bihurî da sipasî kir.

Wezîrê karên Derve yê Koreya Bakur her wiha bal kişande ser gotûbêjên vê dawiyê yên vî welatî tev Amerîkayê û got: Eger çi ku Koreya Bakur ji bo cihanîna sozên xwe li gotûbêja bi Amerîkayê ra riya Jiçekbûnê girtiye ber xwe, lê zanista xwe ya atomî diparêze di ber ku dizane ku amerîkî dijminatiya xwe wêda danaynin.

Başa dön tuşu