AsyaNûçe

Li Rûsyayê qeza: Jê 10 zarok 13 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Rûsyayê li herêma Hanti-Mansiyskiyê li dû hevdu qezaya otomobîlan pêk hat. Li gorî agahiyên pêşîn jê 10 zarok bi tevahî 13 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya Rûsyayê qeza li ser riya Tyumen-Hantı-Mansiyskiy pêk hat. Li gorî daxuyaniyê di qezayê de kamyonek, otobusek û 2 otomobîl li hevdu qelibîn. Hat dest nîşan kirin ku di otobusê de zarokên werzîşvan ên ku ji werzîşê vedigeriyan hebûn.

Li gorî hêzên ewlehî yên Rûsyayê dibe ku qeza ji ber şert û mercên xerab ên hewayê pêk hatibe. Hat diyar kirin k udi otobusê jê 28 zarok bi tevahî 32 kes hebû û di qezayê jê 10 zarok bi tevahî 13 kesan jiyana xwe ji dest da, 24 kes jî birîndar bûn. Peywirdarên tenduristiyê anîn ziman ku rewşa 18 zarokan giran e. Di derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpê kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu