ÎranNûçeRojhilatanavin

Xutbên nimêja îniyê ya Têhranê

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê got: Dê nizama Komara Îslamî ya Îranê bersiveke qahîm û cidî bide mudaxilên Emerîkayê li rêketinnama navokî.

 Ayetullah Ehmedê Xatemî, li xutbên vê heftiyê yên nimêja îniyê ya Tehranê, kiryara kongira Emerîkayê derheq dirêjkirin û pejirandina  boykotên deh salî li dijî Îranê, weke binpêkirina eşkere ya rêketinnama navokî wek hevhatineke cîhanî da zanîn û diyar kir. Bêsoziyên Emerîkayê li hember hevhatina navokî navbera Îranê û Koma 5+1`ê, selimand ku welatê hanê dê berpirsiyariyên xwe li warê navneteweyî cih neanîne.

Pêşnimêjê demkî yê Têhranê tewsiye li Barak Obama, serokkomarê Emerîkayê, kir: Ger bikeve ber bandora  lobiyê siyonîst û dengê kongira  Emerîkayê li bara  dirêjkirina boykotan qebûl bike, li dîrokê dê naveke reş ji wî bimîne.

Ayetullah Xatemî her wiha  li berteka  li hember gotinên li dijî Îranê yên serokwezîra Brîtanyayê, Treza Mîyê, li civîna roja çarşemiyê ya Konseya  Hevkariay Kendava Farsê li Menamê derheq ragihandina  hevkariya Londonê tev welatên erebî li dijî Îranê got : Brîtanyayê heya roja îro jibo rawestana li ber Îslamê û pêkanîna bêtifaqiyê navbera welatên Îslamî, her karekî dike.

Pêşnimêjê Têhranê gotinên bêbingeh ên serokwezîra Brîtanyayê ji ber pirsgirêkên vî welatî li peywendiya tev Yekitiya Ewrûpayê da zanîn û destnîşan kir: Dewama van reftarana rewşê jibo Londonê aloztir dike.

Ayetullah Xatemî got: Gelê hevgirtî yê Îranê bi rêberiya rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, dê li hember hemî pîlan û komployên  biyaniyan rawestin.

Pêşnimêjê demkî yê Têhranê herwiha bal kişand ser serketinên vê dawiyê yên artêşên Sûriye û Iraqê û xelkê van welatan jibo rawestana li ber terorîzmê û hêvî kir: Ev welat bi zûtirkê ji komên terorîst werin paqijkirin.

Ayetullah Xatemî bal kişand ser nêzîkbûna  Îranê bo dewrana hilbijartinê û destnîşan kir: li Îranê hilbijartin geşatiyeke siaysî ye û nîşana  hebûna azadiyê ye ku bi bereketa Nizama Komara Îslamî,  wek xelat bo gelê Îranê hatiye dayîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu