NûçeRojhilatanavinSûriye

Bi dehan kuştî û birîndar li cinayeta herî nû ya Amerîkayê li Sûriyê

Di encama êrişên balafirên cengê yên hevalbendiya amerîkî ser parêzgeha Heseke ya Sûriyê li bakûra rojhilat de, bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê (SANA), di encama van êrişan de çend navçe ji wan gundê El Fazil li nêzîkî bajarê El Şedadiyê li dorhêla başûrî ya Hesekê, bi bombeyên amerîkîê re bi tamî kawil bûn.

Amerîka û hevgirtiyên wê ji Tebaxa sala 2014`an ve bi mihaneya sekinîna li hember Koma Terorîst a DAIŞ`ê, derveyî çarçoveya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY), hevalbendiyek pêk anîne. Ev hevalbendiya amerîkî heya niha gelek ji welatiyên bêsûc li Iraq û Sûriyê, kuştine.

Li gorî nûpçeyeka din a ji Sûriyê, li yekemîn qonaxa hevhatina derketina terorîstan ji Kempa Yermûkê li başûrê Şamê ku niha cih tê heya niha, 200 terorîst ji vê kempê derketine.

Biryar e terorîst veguhêzin Idlibê li bakûrê rojavaya Sûriyê ku navenda sereke ya terorîstên Cibhetunusrê ye.

Kempa Yermûkê ji 1`ê Nîsana 2015`an ve bûye cihê şerr û pevçûna di navberaq terorîstên DAIŞ`ê û Bereya El-Nusre.

Başa dön tuşu