EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Bi dehan şofêrên kamyonan ji aliyê Taliban ve hatin revandin

Çekdarên Taliban li Efxanistanê, bi dehan şofêrên kamyonan û şagirdên wan revandin.

Serokê eyaleta Semengan ya Efxanistanê Mihemed Sidîq Ezîzî ji BBC re gotiye, duh danê sibê çekdarên Taliban li ser rêka bajarên Derê Sof û Belx pêşiya kamyonên ku komir dibirin Belxê, girtin û 60 şofêr û 60 şagirdên wan revandin.

Serokê eyaleta Semengan daye zanîn, çekdarên Taliban piştî çend saetan şagird berdan lê şofêr hîn li ba wan in.

Berdevkê polîsê Semenganê Munîr Rehîmî jî gotiye, çekdarên Taliban ji bona wergirtina bacê ew şofêr revandine.

Başa dön tuşu