IraqNûçeRojhilatanavin

Bi dehan têrorîst li bakûrê Iraqê hatin kuştin

Bi dehan têrorîst li qonaxa yekem a operasyona azadkirina parêzgeha Nêynewayê li bakûrê Iraqê, hatin kuştin.

Li gorî rapora roja îniyê ya Ajansa nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), balafirên cengî yên iraqî êrişî ser pêgehên grûpa têrorîst a DAIŞ`ê li navçeya El Ubûr a bajarê Mûsila navenda parêzgeha Nêyenewayê kirin ku di encama wê de bi dehan têrorîst hatin kuştin.

Artêşa Iraqê jî li daxuyaniyekê ragihand, hêzên çekdar ên vî welatî êrişî weşartgehên grûpa têrorîst a DAIŞ`ê li derdora bajarê Mûsilê kirin.Herwiha di encama êrişa hewayî ya artêşa Iraqê ser pêgehên têrorîstan li bajarê Hewîcê li başûrê rojavayê parêzgeha Kerkûkê li bakûrê vî welatî de, herî kêm 20 DAIŞ`î hatin kuştin. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu