IraqNûçeRojhilatanavin

Mûftiyê DAIŞê hate kuştin

Hêza Polîsên Federal a Iraqê ragihandin, ku li rojavayê Mûsilê mûftiyê DAIŞê yê bi navê Ebû eyûb hatiye kuştin. Neteweyên Yekbûyî jî eşkere kir, ku li Mûsilê 300 hezar kes koçber bûne.

Polîsên Federal a Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, di encama êrîşa hêzên wan de li rojavayê Mûsilê mûftiyê DAIŞê yê bajêr Ebdulllah Yunis El Bedranî ku weke Ebû Eyûb tê binavkirin, hatiye kuştin.

 Hêza Dije Terora Iraqê jî ragihand, ku hêzên wan li taxa Tenek a rojavayê Mûsilê çend cihek kontrol kirine û li nêzîkî Minareya Hedba û Mizgefta Nûr jî şer berdewam e.

Berdevkê hêzên Dij-Teror ên Iraqê Sebah Nûman ragihand ku hêzên ewlekariyê hewldidin li rojavayê Mûsilê zêdetir navçeyan kontrol bikin û dibêje, “Balafirên şer jî bi berdewamî baregehên DAIŞê bordûman dikin û hewldidin xelkê sivîl nebe qurbanî.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu