NûçeRojhilatanavinSûriye

Bi dehan terorîst li başûra rojhilata Reqayê hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn

Li dewama pêşketina hêzên artêşa Sûriyê li derûdora aliyê başûra rojhilata parêzgeha Reqayê, dehan terorîst hatine kuştin û sedan terorîst jî birîndar bûn.

Li gor rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, Ji ber pêşketinên van rojana yên artêşa Sûriyê ku tiştek nemaye xîm û binyata terorîstên DAIŞ`ê li nav vî welatî jî ji nav biben , wan karîne li çoltera rojhilata Reqayê û parêzgeha Dêyra Zorê çend navçên din ji bin destê terorîstan azad bikin ku li van operasiyonên artêşa Sûriyê, bi dehan terorîst hatine kuştin û bi sedan terorîst jî birîndar bûn .

Li dewama van pêşketinan, artêşa Sûriyê kariye gundên Hewîce-Şenan û El-Çerîde li rojhilata Reqayê ji destê terorîstên DAIŞ`ê derxînin.

Bingehekî nûçan ji Sûriyê ragihandiye ku hedefa din a hêzên artêşa vî welatî azadkirina navça Mexle Kebîre, Seqîre û Xanim El-Elî ji destê terorîstên DAIŞ`ê ye.

Hêzên artêşa Sûriyê li du rojên bihurî 7 bajarok li başûr û beravên çemê Furatê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad kirin.

Hatiye ragihandin ku piraniya van terorîstên ku hatine kuştin biyanî ne û ji welatên Tûnis, Lîbya, Merakêş, Erebistan û Çaçanistanê ne (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu