IraqNûçeRojhilatanavin

Bi dehan têrorîstên DAIŞ`ê li rojavaya Iraqê hatin kuştin

Herî kêm 35 kes ji çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê li rojavaya Iraqlê hatin kuştin.

Nazim El Cexîfî efserê zanyariyan ê hêzên gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî got ku ev têrorîst li parêzgeha El Enbarê li rojavaya Iraqê dema ketina nava avahiyeke rûniştinê hatin kuştin; Di nava wan da çend serçeteyên DAIŞ`ê jî hene.

Li vî halî, li Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê li bakurê Iraqê jî jêzên iraqî karîn ku êrîşên koma têrorîst a DAIŞ`ê li navçeya Uweyzeyê li rojavaya Mûsilê pûç bikin û hejmareke çeteyên wê komê bikujin.

Mihemed Weka ji endamên erkantiya fermandetiya opêrasiyona rizgarkirina Nêynewayê got: Hêzên çekdar ên Iraqê çar erebeyên bombekirî yên DAIŞ`ê li Mûsilê ji nav birin.

Hêzên iraqî her viha êrîşa DAIŞ`ê li 50 kîlomitriya rojavaya Mûsilê têk şikandin û hejmareke DAIŞ`iyan kuştin.

Oêrasiyona azadkirina parêzgeha Nêynewayê ji 17`ê Cotmeha îsal va dest pê bûye.

Mûsil navenda herî girîng a çeteyên DAIŞ`ê li Iraqê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu