CîhanNûçeRojhilatanavin

Bi gullên hewanê êrîşî binkeyekî leşkerî yê Amerîkayê kirin

Çavkaniyên leşkerî diyar kirin ku du gullên hawanê li pêgeheke leşkerên Amerîkayê li bakura Bexdayê paytexta Iraqê ketin.

Ajansa Reutersê ji zarê çavkaniyên leşkerî li Bexdayê ragihand ku binkeyekî leşkerên Amerîkayê li 30 kîlometriya bakurê Bexda bi hewanan bû armanca êrîşê.

Li gor nûçeya ajansa Reutersê, şeva borî binkeyê leşkerî yê Tacî ku hêzên Amerîkayê tê de bicîh bûne bû armanca êrîşa bi gullên hewanan.

Çavkaniyekî leşkerî yê Iraqê ji rojnameya Şerqulewset re jî ragehand, du hewan li binkeya leşkerî ya Amerîkayê ketine, lê ti ziyanekî giyanî pêknehatiye.

Hîn ti kesî berpirsatiya vê êrişê negirtiye sikra xwe.

Di van rojên dawiyê liv û tevgerên Amerîkayê yên leşkerî yên wekî zêdekirina leşkeran bi taybet li Iraqê zêde bûne, piştî vê yekê êrişa ser binkeyên leşkerî yên Amerîkayê jî her roj zêde dibin. Piraniya gelê Iraqê li dijî mayîna leşkerên Amerîkayê di nav welatê xwe ne û dixwazin ku ew ji Iraqê derkevin.

Başa dön tuşu