ÎranIraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Terorîst û piştevanên wan niha li Iraqê rastî lawziyê hatine

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, kiryarên terorîstî li El-Keradeya Bexdayê nîşana têkçûna terorîstan e.

Elî Larîcanî Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li peyama xwe bo Selîm Cebûrî serokê parlemana Iraqê kiryarên terorîstî li El-Keradeya Bexdayê mehkûm kir.

Larîcanî bilî diyarkirina hevderdiya xwe tev dewlet, gel û meclisa Iraqê destnîşan kir; bê şik ev kiryarên terorîstî li nav axa Iraqê nîşana têkçûna terorîstan û piştevanê wan e û eva nîşan dide ku ewna ji serketinên artêş û hêzên gelanî yên Iraqê hêrs bûne.

Wî destnîşan kir ku Komara Îslamî ya Îranê heta jinavbirina tam a terorîstan li nav axa Iraqê li kêleka gelê vî welatî dimîne û bona zivirîna ewlehiyê bi Iraqê her alîkariyekî pêwîst dê bide Bexdayê.

Ji ber kiryarên terorîstî yên roja yêkşemê li El-Keradeya Bexdayê 213 kes hatine kuştin û 200 kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu