ÎranNûçeRojhilatanavin

Bi pesendkirina parlimana Îranê, fermandarên Sentkamê dikevin bin şopandina qanûnî

Nûnerên Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê pesend kirin ku fermnandarên Erkantiya fermabndetiya hêzên amerîkî yên bicihbûyî li navçeyavb Rojvaya Asyayê ş rojhilata Afrîqayê (Sentkam) û rêxisti9n an saziyên ku di bin desthilata van fermandaran da ne, bikevin bin şopandina dadweriyê.

Nûnerên Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê di civîna gelemperî ya îro anku Sêşemiyê pêşniyarqanûna kiryara beranber li hemberî danîna navê Sipahê Pasdarên înqilaba Îslamî nav lîsteya komên têrorêîst ji aliyê Amerîkayê va, bi 168 dengên Erê, 6 dengêîn Na û heşt dengên Bêla, pesend kirin. hejmara nûnerêîn hazir di civîna îro ya Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê da 210 kes bûn.

Nûnerên Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê di madeya hejmara 4 ya vê pêşniyarqanûnê, wezareta Itila`atê û rêxistinên din êîn welêt erkdar kirin ku lîsteya fermandarên Sentkamê û sazî û rêxistinên ku di bin desthilêata vê fermandetiyêî ne û pişta têrorîstan digirin, jibo şopandina dadweriyê ragihînin.

Li gorî vê penendnameyê, Saziya dadweriyê ya Îranê herî pirr sê mehan ji dema pesnedbûna vê qanûnê divê rêbaz û sazûkarekê pêk bîne ku li gorî wê navên ragihandî wek sazî û kesên têrorîst bikevin bin şopandinê û bên darizandin.

Nûnerên Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê her wiha dewleta Komara Îslamî ya Îranê erkdar kirin ku li hemberî kiryarên têrorîstî yên hêzên amerîkî ku berjewendiyên welêt dixin ber xeterê, kiryarên beranber û bihêz li gorî vê qanûnê cih bîne.

Li pesendkirina Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê, dewleta Komara Îslamî ya Îranê û hêzên çekdar ên welêît erkdar in ku di dema lazin da bi kiryarên pêwîst û hişmendane bi awayekî tevbigerin ku hêzên amerîkî nekarin her cûre îmkan û derfetekê li dijî berjewendiyên Îranê bi kar bînin.

Pêştir Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê hêzên amerîkî yên bicihbûyî li navçeya Rojavaya Asya û rojhilata Afrîqayê nasyar bi Sentkamê û temamiya hêzên ser wê wek têrorîst ragihand.

Başa dön tuşu