ÎranNûçeRojhilatanavin

Bi peydakirina meytên 3 wezîfedarên agirvemirandinê; goriyên Plaskoyê gihêşt 10 kesan

Berdevkê Rêxistina vemirandina êgir a Îranê ragihand ku meytên 3 wezîfedarên agirvemirandinê di bin awara avahiya Plaskoyê hatine peydakirin.

  IRIB Newsê, roja çarşemiyê ji zarê seyd Celal Melikî ragihnd: Meytên van 3 wezîfedarê agirvemirandinê li rexê bakurê rojava ya avahiya hilweşyayî ya Pilaskoyê ji bin awarê hatine peydakirin.

Pêştir meytê 2 vemirînerên êgir û 4 welatî ji bin awarên  avahiya Pilaskoyê hatine derxistin û yek ji vemirînerên êgir ku li nexweşxanê bû ji ber giraniya  birînên xwe şehîd bû.

Ev ajansa pêştir ji aliyê Seîd Şerîfzade, rêveberê rêxistina vemirandian êgir, ragihandibû ku heya niha sedî 85 operasyona  rakirina awaran  cih hatiye.

Biryar e peykerê şehîdên  vemirandina êgir yên buyera Plaskoyê roja pênşemiyê ji saet 8:30 ji pêşiya zanîngeha  Têhranê were  oxirkirin. Meytên  van şehîdan piştî oxirkirinê birêxistina ji kolanên Inqilab û Hafizê li Bihêştê Zehrayê hat definkirin.

Avahiya 17 qatî ya ticarî ya Plaskoyê li Têhranê saet 8 siba roja pênşemiyê agir pê ket li halekê ku  hêzên vemirandina êgir hewl didan ku êgir vemirînin. Ev avahiya nêzîkî saet 11`an  hilweşya û hejmarek ji vemirînerên  êgir û hejamrek ji xelkê di bin awarê de man. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu