ÎranNûçeRojhilatanavin

Bi sedan erebeyên bombekirî li başûrê Felûcê hatin jinavbirin

Fermandariya polîsê Enbara Iraqê ragihand ku 450 erebeyên bombekirî li başûrê Felûcê li parêzgeha rojavayî ya Enbara Iraqê hatine jinavbirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Sûmiriyê, fermandariya polîsê parêzgeha Enbara Iraqê, Hadî Zerîc roja çarşemê, 29`ê Hezîrana 2016`an, ragihand: Hêzên çekdar û eşîrên Iraqê hewildana têrorîstên DAIŞ`ê ji bo êrîşa lis er navçeya Amiriyê li başûrê Felûcê têk biirin û 450 erebeyên wan ên bombekirî ji nav birin.

Ajansa nûçeyan a Ehdê jî ragihand ku hêzên seferberiya gelanî ya Iraqê li dewama şerê li dijî têrorîstên tekfîrî siyonîstî li parêzgeha Selahedînê li bakûrê rojavaya vî welatî, gundê Deranê û navçeya Telûl El-Bacê li navçeya Şerqatê ji bin kontrola têrorîstan derxistin.

Evdilxenî Esedî, fermandarê hêzên şerê dijî têrorîstên ên Iraqê got: Hêzên şerê li dijî têrorîsmê piştî kontrolkirina navçeya Telîl El-Bacê li başûrê Şerqatê ya ser bi parêzgehea Selahedînê li bakûrê Iraqê, opêrasiyona rizgarkirina tam a vê navçeyê dest pê kirin.

Esedî got: Hêzên iraqî her viha karîn ku riya Şerqatê li parêzgeha Nêynewayê azad bikin û xwe bigihînin nêzikî navenda leşkerî ya Qiyareyê li parêzgeha Selahedînê (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu