NûçeLubnanRojhilatanavin

Êrişa giran a mûşekî ya Hizbullahê ser meqerên siyonîstan

Çavkaniyên nûçeyan vê sibê derbarê êrişên mûşekî yên Hizbullahê ser meqerên artêşa siyonîst li bakurê Filistîna dagirbûyî agahî dan.

Li gorî  rapora çavkaniyên nûçeyan, Hizbullaha Lubnanê  îro şemiyê pênc meqerên artêşa Siyonîst li devera El-Celîl li bakûrê Rexê Rojava  dan ber êrişan.  Li gorî vê raporê, êrişên Hizbullaha Lubnanê bi mûşekên giran  ji başûrê Lubnanê cih hatiye. 

  Hizbullahê di daxuyaniyekê derbarê êrişa mûşekî ya li ser navendên leşkerî û sîxuriyê yên rêjîma Israîlê agahî da û ragihand ku wan meqerên  sîxuriyê yên Rêjîma Îsraîlê li meqera  Zeriyetê ya li bakurê Filistîna dagirkirî kiriye armanc.

Navenda leşkerî ya Berke Rişa û cihê kombûna leşkerên Îsraîlê li Tel El Kowbra jî bûne armanca êrişên mûşekî yên berxwedana Lubnanê.Hêzên berxwedanê yên Lubnanê her wiha hedefeke leşkerî ya artêşa Îsraîlê li derdora baregeha Xirba Mairê bi mûşekên kontroldar kirin hedef. 

Hizbullahê di rojên derbasbûyî de piştî cinayetên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezeyê, çeperên leşkerî yên vê rejîmê li bakûra navçên dagirbûyî kirine armanc,  Mijara ku bûye sedema tirsa sîyonîstan.

Başa dön tuşu