ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Bi sedan jinên yemenî li ber derê nivîsgeha Rêxistiya Netewên Yekgirtî li Senayê kom bûn û daxwaza kutahîdana Erebistanê bi destdirêjiyên ser axa welatê xwe kirin

Bi sedan jinên yemenî li ber derê nivîsgeha Rêxistiya Netewên Yekgirtî li Senayê kom bûn û daxwaza kutahîdana Erebistanê bi destdirêjiyên ser axa welatê xwe kirin û herwisa ji vê saziya cîhanî xwestin ku xebata xwe bidomînin bona dewa-derman û madên xwarekî bigehêjin destê xelkê hejare Yemenê.

Hatiye ragihandin ku jinên yemenî dê îro jî dewamê bidine meş û xwenîşandana xwe li ber derê nivîsgeha Rêxistiya Netewên Yekgirtî.

Sandiqa piştevaniya ji zarokên Rêxistiya Netewên Yekgirtî li rapora xwe ya nû ragihandiye ku ji ber destdirêjiyên Erebistanê ser axa Yemenê heta niha hezar û 546 zarok hatine kuştin û du hezar û 450 zarok jî rastî meilûl bûne.

Erebistana Siûdî bi piştgiriya  Emerîkayê û welatên  rojava  û erebî hevpeymanên Riyazê ji Adara 2015an  dest bi destdirêjkariya  eskerî ser Yemenê û dorpêça  bejahiyê, deryayî û hewayî yên vî welatî bi mehna vegerandina  Ebd Rebbê Mensûr Hadî serokkomarê îstifakirî yê Yemenê ser qawetê kiriye.

Ev destdirêjiya eskerî heya niha  encamek xêncî kuştina  zêde ji 11 hezar yemenî, birîndarbûna bi dehan  hezar kesên din, awarebûna  bi milyonan yemeniyan û kavilkirina binavahiyên  vî welatî tinebûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu