CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Bi sedan mamoste û xwendekarên cezayirî xwenîşandanek dijî dewlet û Serokomarê Cezayirê lidar xistin

Bi sedan mamoste û xwendekarên cezayirî xwenîşandanek dijî dewlet û Serokomarê Cezayirê li şarê Cizîre paytexta vî welatî lidar xistin.

Mamoste û xwendekarên pişkdarê vê xwenîşandanê nerazîbûna xwe li hemberî dirêjbûna çaremîn dewra Serokomartîya Evdilezîz Boteflîqe nîşan dan.

Ser hin pankardên ku mamoste û xwendekaran rakiribûn wiha hatibû nivîsînê: “Em dijî dirêjkirina çaremîn dewra Serokomartîya Boteflîqê ne“, Em pêşerojeke baştir jibo zarokên xwe dixwazin.“

Cezayir ji meha Sibatê va bûye qada xwenîşandana dijî biryara Boteflîqê ya jibo berbijarîya bo cara pêncan di hilbijartinên Serokomartîya vî welatî da.

Evdilezîz Boteflîqe di sala 2013`ê de pêrgî rawestana mejî bû û ji wê demê va kêm xûya dike.

Serokomarê Cezayirê ku jibo dermankirinê çûbû Swîsê, duh zivirî welatê xwe û ragihand ku di hilbijartinan de pişkdar nabe lê nerazîbûnên li hemberî wî hê didomin.

Başa dön tuşu