EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê Karên Derve yê Ingilîs çû Tehranê

Wezîrê Karên Derve yê Ingilîs, Jeremy Hunt vê sibê digel desteyeke sîyasî di çarçova seredaneke yekrojî da gihîşt Têhranê.

Biryar e ku Wezîrê Karên Derve yê Ingilîs, Jeremy Hunt di vê seredanê da bi Mihemedcewad Zerîf hevtûşê xwe yê îranî re derbarê Rêketinama Atomî û meseleyên navçeyî û çendalî gotûbêjê bike.

Wezîrê Karên Derve yê Ingilîs, Jeremy Hunt berî vê seredanê, Rêkatinama Atomî pişkeke girîng a istiqrara Rojhilata Navînê bi navk ir ku dewama wê hewcedarê pêbendîya sedî sedî ya wajokirên wê ye.

Wî herwiha got: Heta dema ku Îran pêbendê Rêketinama Atomî be, London jî wê ser sozên xwe be.

Eva yekem seredana Wezîrê Karên Derve yê Ingilîs, Jeremy Hunt di vê postê da bo Îranê ye.

Başa dön tuşu