CîhanNûçe

Xwenîşandana dijî siyonîstan li Waşîngtonê

Duh yekşemiyê û hevçaxî destpêbûna civîna AIPAC`ê ya sala 2017`an, xwenîşandaneke mezin dijî Rejîma Siyonîstî li Waşîngtonê birê ket.

Li gor rapora ajansa nûçan a Sputnik`ê, Duh yekşemê û hevçaxî destpêbûna civîna AIPAC`ê ya sala 2017`an, xwenîşandaneke mezin dijî Rejîma Siyonîstî li Waşîngtonê birê ket û xwenîşanderan destdirêjiya Rejîma Siyonîstî ser axa filistîniyan şermezar kirin.

Xwenîşanderan bi pêkanîna zincîreya mirovî riya çûna nav vê konferansê girtin.

Civîna salê ya Komîta peywendiyên giştî di navbera Amerîka-Îsraîl ser navê AIPAC`ê bona pêşbirina siyasetên Rejîma Siyonîstî bi alîkariya Amerîkayê birê dikeve.

Li gorî vê raporê di navbera xwenîşanderan û alîgîrên Rejîma Siyonîst şer û pevçûn derket (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu