FilistînNûçeRojhilatanavin

Hişyariya HAMAS`ê li bara dûhatên gotûbêjên aştiya tev Îsraîlê

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) bi hişyariya li bara pêşwaziya Teşkîlata Xwerêveber a Filistînê, ji plana aştiyê ya Fransayê, ragihand, armanca raberkirina planên aştiyê, derbaskirina (kirîna) demê û binpêkirina mafên gelê Filistînê ye.

Mehmûd El Ezhar, berdevk û endamê payebilind ê Tevgera HAMAS`ê bi rexnekirina pêşwaziya Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê ji plana Fransayê, got: Ev teşkîlata bêyî ku nihêrîna xelkê û grûpên filistînî berçav bigire, bi awayekî yekalî pişta pêvajoya aştiya tev dijminê me yê sîyonîst digire, li halekê ku planên curbicur ên aştiyê, li sê deheyên vê dawiyê, tu caran maf û armancên gelê Filistînê dabîn nekirine.

Endamê payebilind ê HAMAS`ê, herwiha got, armanca planên welatên rojavayî ji aştiya tev Îsraîlê, sekinandina şerrê heqxwazane yê xelkê Filistînê û bi destxistina serpişkiyên zêdetir ji bo dagîrkerên sîyonîst e. Tevî pêşwaziya Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê ji plana aştiyê ya Fransayê li çend mehên vê dawiyê de, grûpên neteweyî û îslamî, bi caran dijayetiya xwe ya bi vê plane ragihandine. Fransa li plana ku pêşniyar kiriye, bajarê Qudsê, paytexta hevpar a filistînî û îsraîliyan daye zanîn û mafê wegeryana awareyên filistî bo welatên wan bi xwe jî berçav negirtiye.

Mehmûd Ebas, serokê Teşkîlkata Xweîdareker a Filistînê, roja şemiyê bi piştgiruya ji plana aştiyê ya Fransayê, hêvîdariya xwe diyar kir ku nûnerên civaka cîhanî yên li Konfransa navneteweyî ya Parîsê, bikaribin di riya serêxwegirtina armancên Filistînê, ku pêkanîna dewleteka filistînî ya bi paytextiya Bêytulmuqedesê ye, di sere wê de ye, pêngavan rakin.

Tê texmînkirin konfransa navneteweyî ya bona vejyandina gotûbêjên aştiya di navbera rayedarên Teşkîlata Xweîdareker a Filistînê û Îsraîlê, bi beşdariya nûnerên zêde ji 20 welata, Yekîtiya Ewrûpayê û Rêxistina Neteweyên Yekgirtî, 30`ê Gulanê, dê li Parîsê were li darxistin. Her ji ber vê yekê Jan Mark Ayro (Jean-Marc Ayrault), wezîrê karên derve yê Fransayê, bona pêkanîna karên destpêkê yên beşdariya nûnerên îsraîlî û filistînî , li du rojên buhurî, tev berpirsên Rejîma Siyonîst û Teşkîlata Xweîdareker a Filistînê li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê, hevdîtin pêk anîn û bi wan re gotûbêj kirin.

Hewldana welatên rojavayî bona vejiyandina dewra nû ya gotûbêjan li halekê ye ku dewra dawîn a van gotûbêjan ku bi navbeynkariya Amerîkayê, dest pê bibû, nêzî du salan beriya niha ji ber pêgîriya aliyê îsraîlî bona çêkirina bajarokên sîyonîst li Erdên Filistînê, bê encam bi dawî hat.

Her ji ber vê yekê grûpên filistînî, hevgavê salvegera 38`an a dagirkirina Filistînê ya bi destê grûpên têrorîstî- sîyonîstî, planên qaşo aştiyê û bi taybet plana vê dawiyê ya Fransayê ku têde mafên gelê Filistînê nehatine berçavgirtin, red kirin û destnîşan kir ku tenê bi berxwedana li hember dagirkeran, dikarin hêvîdar bibin ku armancên Filistînê serê xwe bigirin.

Grûpên filistînê bingeha gotûbêja tev Îsraîlê, bê feyde dan zanîn û plana aştiyê ya Fransayê, wekî plana Amerîkayê û gotûbêjên aştiya Rojhilata Navînê li 25 salên vê dawiyê dizanin ku heta nekarine pêşiya cinayetên cengî yên Îsraîlê li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê jî bigirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu