IraqNûçeRojhilatanavin

Bidawîhatina şerrê dijî DAIŞ`ê li Iraqê

Serokwezîrê Iraqê, îro şemiyê ragihand ku şerrê bi terorîstên DAIŞ`ê li vî welatî bi dawî hatiye.

Li gorî rapora roja şemiyê ya Frans Press`ê, Heyder El Ebadî, li rêûrisma vekirina Civîna Yekîtiya Nûçegîhanên Iraqê li Bexdayê got: Hêzên iraqî sînorên Iraq û Sûriyê bi tamî girtine destê xwe û ez bidawîhatina şerrê bi DAIŞ`ê re li Iraqê radigihînim.

Berî niha serokwezîrê Iraqê ragihandibû, bi istandina bajarê Rawê li rojavaya El Enbarê, ku pêgeha herî dawîn a DAIŞ`ê li Iraqê bû, jiyana leşkerî ya vê koma teroîst li Iraqê bi dawî hatiye.

Heyder Ebadî, li dewama axiftina xwe wek berteka li hember biryara dewleta Amerîkayê ya bi fermînaskirina Qudsê wekî paytexta Îsraîlê got: Tu kesek nikare nasnameya Filistîn û Qudsê biguherîne.

Donald Trump, serokomarê Amerîkayê, roja çarşemiyê tevî tevî dijayetiyên berfireh ên navçeyî û cîhanî, Qudsê wekî paytexta Rejîma Siyonîst ragihand. Xelkê gelek ji welatên îslamî bi lidarxistina xwenîşandanên berfireh, vî karî şermezar kirin.

Başa dön tuşu