IraqNûçeRojhilatanavin

Birêketina ducarî ya xwenîşandana dijî gendeliyê li nav Iraqê

Gelê Iraqê vê heftê jî xwenîşandanek dijî gendeliya nav saziya dewletî ya vî welatî birê xistin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Gelê Iraqê duh îniyê carek din li meydana El-Tehrîr a Bexdayê kom bûn û nerezamendiya xwe li hemberî çareser nebûna gendeliya abûrî di nav sîstema îdarî ya vî welatî dane diyar kirin û daxwaza reformên îdarî bona jinavbirina gendeliyê li nav vî welatî kirin.

Li vê xwenîşandana xelkê Iraqê li meydana El-Tehrîr a Bexdayê, xwenîşanderan dewama gendeliya abûrî li nav saziyên îdarî yên vî welatî bi şîdet mehkûm kirin û ragihandin ku pêwîste ew kesên gendel bêne girtin û radestî sîstemên dadweriya vî welatî bêne kirin.

Hevçaxî Bexdayê, li bajarên dine Iraqê jî xwenîşandana dijî gendeliya heyî li nav sîstema îdarî li vî welatî birê ketin.

Xelkê Iraqê bi deweta Muqteda Sedr serokê bereya Sedr vê îniyê derketine nav kolanan .

Ji kutahiya Buharê xelkê Iraqê bicaran dijî hebûna gendeliyê li nav sîstemma îdarî li vî welatî derketine kolanan û daxwaza îcrabûna reforman li nav saziyên dewletî kirine.

Ayetullah Sîstanî merceyê mezine şîeyêan li Necefa Eşref jî ji xwenîşanderan piştevanî kir û ji dewletê xwest ku reforman li nav sîstemên îdarî çê bike.

Ji ber van nerezamendiyan Ebadî serokwezîrê Iraqê jî li nîveka havînê pakêta xwe ya reformê daye ber destê parlemana vî welatî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu