ÎranNûçeRojhilatanavin

Bidestxistina encameka hevpar, karê sereke ya gotûbêjên Îranê û cîhana ereban e

Serokê saziya çand û peywendiyên îslamî ya Îranê, karê sereke ya gotûbêja çandî di navbera Îranê û cîhana ereban li Têhranê, gihîştina bi encameka hevpar da zanîn.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a MEHR`ê, Ebûzer Îbrahîmî Tikkman, serokê saziya çand û peywendiyên îslamî ya Îranê, roja şemiyê li kêleka yekemîn civîna gotûbêja çandî ya Îranê û cîhana ereban li Têhranê got, armanca lidarxistina vê civînê, pêkanîna hin rêbazan bona yeketiya welatên navçê ye.

Îbrahîmî Tirkmanî, herwiha got, mesela herî girînh a ku Îran di vê civînê de bi dû wê ye, mijara fêmkirina hevdu, nasîna rastiyên Komara Îslamiya Îranê û di rastiyê de gihîîtina bi encameka hevpar e, ji ber ku mêvanên vê civînê dikarin piştî nasîna rastiyên Îranê, li welatên xwe bandoran daynîn.

Yekemîn civîna gotûbêja çandî ya Îranê û cîhana ereban, îro şemiyê bi beşdariya 85 zanayên ji welatên îslamî li saziya çand û peywendiyên îslamî, li Têhranê hate li darxistin.

Rêûrisma bi dawîhatina vê civînê, hevgavê bernameyên çandî yên Meşheda paytexta çandî ya cîhana Îslamê, di sala 2017`an de, wê roja duşemiya tê, li zanîngeha Fêrdosî ya Meşhedê were li darxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu