NûçeRojhilatanavinYemen

Yemenê 5 mûşek kewkî ser baregehên destdirêjkerên Siûdî li başûrê Erebistanê kirin

Artêşa Yemenê qala avêtina pênc mûşekên Balistîk ên Zelzzal 1 ser baregehên hêzên kirêgirtiyê hevpeymaniya Siûdî li başûrê Erebistanê kir.

Li gorî rapora Al Alamê, Yekîneya mûşekî ya Artêşa Yemenê Pêncşemiyê bi şev ragihand ku ev pênc mûşekên Balistîk li baregehên hêzên kirêgirtî yên Siûdî li nêzikî derbasgeha sînorî ya Elebê li parêzgeha Esîrê li başûrê Erebistanê ketine.

Hêzên yemenî her wiha bi operasiyonekê li hin navçeyên parêzgehên Esîr û Cîzana Erebistanê, rê li ber pêşdaçûna kirêgirtiyên siûdî girtin û ewna kuştin an birîndar kirin.

Li parêzgeha Nehemê jî yekîneya firokeyên bêfirokevan a artêşa yemenê bi firokeyên bêfirokevan ên Qasif 1ê, cihê kombûna hêzên destdirêjker ên hevpeymaniya siûdî dan ber êrîşê.

Li parêzgeha Lehecê li başûrê Yemenê jî hêêzn yemenî karîn ku bi têkşikandina êrîşên destdirêjekran, navçeyên ku wan di rojên dwî da dagir kiribûn, azad bikin.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha 14 hezar ji yemeniyan hatin ekuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne. Rêjîma Siûdî û hevpeymanên wê heta niha ji ber berxwedana gelê Yemenê nekarîne tu yek ji armancên xwe li vî welatî ji wan desthilatdarkirina kesên ser bi wan li vî welatî, bi dest bixin.

Başa dön tuşu