ÎranNûçeRojhilatanavin

“Bila karbidestên Amerîkayê xwe nexapînin ji ber ku îmkana guhartina nizama Îranê tune“

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li civîna duşemê şev li navenda Konseya peywendiyên derveyî ya Amerîkayê li New Yorkê bal kişande ser gotinên xwetêkelkir û dijî qayde û qirarên navnetewî yên karbidestên Amerîkayê li ser guhartina hikûmeta Îranê û got: “Bila karbidestên Amerîkayê xwe nexapînin û tirranên xwe bi xwe nekin ji ber ku hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê qet nayê guhartin“.

Karbidestên Amerîkî ji wan Cêymz Matîs wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê vê dûmahîkê ragihandibûn ku bona ku peywendiyeke erênî di nav Amerîka û Îranê da çêbibe, pêwîst e nizama Îranê bê guhartin.

Zerîf li bersiva van cure gotinên karbidestên Amerîkayê bal kişande ser viya ku Waşîngtonê ji rûdawên bihurî qet ders wernegirtine û got: “Ji ber ku hikûmeta îslamî li Îranê qanûnîbûn û qudreta xwe ji gelê Îranê wergirtiye, loma xebata bona guhartina nizama Îranê siyaseteke têkçûyî ye“.

Zerîf bal kişande ser viya ku karbidestên Amerîkayê hema ji destpêka serketina inqilaba îslamî ya Îranê siyaseta guhartina nizama Îranê wekî siyaseta xwe bi kar anîne û got: “Gelê Îranê hema li hilbijartina vê dûmahîkê yê serokkomariyê 10 demjimêran rawestan ta ku serokkomarê xwe bibjêrin loma siyasetên wiha yên Amerîkayê dijî Îranê bê encam in“.

Zerîf herwisa got: “Li navçê tu welatek wekî Îranê demokrasî têda tune“.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwisa boykotên Amerîkayê dijî bernama aşitîxwazane ya navokî ya Îranê jî nekêrhatî da zanîn û got: “Pêwîst e Waşîngton van cure siyasetên xwe li hemberî Îranê biguherîne“.

Zerîf got: “Çaxê ku Amerîkayê boykotên dijî Îranê destpê kirin, Îranê tenê 200 Santrîfiyoj hebûn lê piştî boykotan û li çaxê gotûbêjên navokî hejmara santrîfiyojên Îranê gihêştine 20 hezarî“.

Zerîf herwisa bal kişande ser qeyrana Yemenê û got: “Tu kes ji şer û pevçûna Yemenê qazancê nake“.

Zerîf bal kişande ser viya ku tu hegerek tune welatên navçê bi hevra dijayetiyê bikin û got: “Mesela çareserkirina qeyrana Yemenê dikare rewşê bona hevkariya di navbera Erebistanê û Îranê amade bike“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu