NûçeRojhilatanavinSûriye

Bila xelkê sûrî yê bakûra rojhilata Helebê bizvire ser warê xwe

Fermandarîya hêzên çekdar ên Sûrîyê ji xelkê bakûra rojhilata Helebêxwest ku bizvirin ser war û malên xwe.

Li gorî rapora kanala Al-Alamê, bi dû pêşdaçûnên hêzên artêşa Sûrîyê, azadkirina ji sedî 60`ê rojhilata Helebê ji lepên komên têrorîst û pêkhatina ewlehîya van deverana, fermandarîya hêzên çekdar ên sûrî ji welatîyan xwest ku bizvirin ser malên xwe û jîyana xwe ya asayî destpê bikin.

Ji şemîya buhurî va heta niha 50 hezar kes ji nifûsa 250 hezar kesî ya derverên rojhilata Helebê zivirîne rojavaya vî bajarî ku dibin kontrola hêzên artêşa Sûrîyê da ye.

Di vî halî da, Hisên Ehmed Deyab, walîyê Heleba Sûrîyê li ser dewamaopêrasyona azadkirina wan deverên rojhilata Helebê ku hîn di bin lepên têrorîstan da ne sekinî û got ku kesên çekdar jî dikarin ji fermana efûyê ya Bişar Esed serokomarê Sûrîyê sûdê wergirin.

Deyab bal kişand ser vegera sivîlan ser taxa Henanoyê li rojhilata Helebê piştî pûçkirina bombên ku komên têrorîst ew bicih kiribûn û got: 120 malbat zivirîne malên xwe li taxa Henanoyê û hewcedarîyên wan hatin dabînkirinê.

Artêşa Sûrîyê li opêrasyonên vê dawîyê bi azadkirina bakûra rojhilata Helebê, demlidest karê paqijkirina van deveran ji mayînan û madeyên din ên teqandinê destpê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu