NûçeErebîstanRojhilatanavinYemen

Binpêkirina agirbesê ji hêla dagirkerên seûdî va li Hudeydeyê didome

Hevalbendiya Siûdî ya dagirker di dewama binpêkarîyên di 24 sietên buhurî da, 63 caran agirbesa di bin çavdêrîya NY da li Hudeydeyê binpê kirîye.

Odeya Efser, Têkilî û Hevahengîyan a ku binpêkirina agirbesê li parêzgeha Hudeydeyê li rojavaya Yemenê dişopîne, şeva buhurî ragihand ku hêzên hevalbendîya seûdî 63 binpêkarî li Hudeydeyê kirine.

Li gorî rapora vê odeyê, hêzên hevalbendîya seûdî 5 caran bi topan êriş kirine û 63 haletên binpêkarîyê jî bi gulleyên curbicur pêk hatine.

Zêdekirin û xurtkirina alav û binkeyên cengê li devera Cebelîyê jî haleteke din a binpêkirina agirbesê ye.

Erebistanê bi piştgirîya Amerîka, Imarat û çend welatên din ji Adara sala 2015an va dest bi êrişa ser Yemenê û dorpêçkirina vî welatî ji hêlên bejayî, deryayî û esmanî va kirîye.

Başa dön tuşu