IraqNûçeRojhilatanavin

Nûçeyên Iraqê yên ewlehiyê

Di encama teqînên terorîstî yên roja şemiyê li navçeyên curbicur ên Iraqê, bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Kanala televîzyonî ya AL ALAM`ê ji zarê çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê, ragihand, di encama teqîna pakêteka teqandinê ya berêvariya şemiyê li başûrê Bexdayê de, 2 kes hatin kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn. Televîzyona Iraqê jî ragihand, bi dû teqîna çand bombeyan li navçeya Medaên- Bexdad El Cedîdê û El Kefaha Bexdayê de, herîkêm 4 kes hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn. Berî niha jî hatibû ragihandin, di encama du teqînên terorîstî li bakûrê El Remadî li rojavayê Iraqê de, herîkêm 15 kes ji hêzên iraqî û hêzên eşîr hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn. Eva li halekê ye ku rayedarên leşkerî yên vî welatî ji girtin û pûçkirina êrişa çar terorîrstên ku dil hebûn li bajarê Remadiyê, operasyona leşkerî pêk bînin, agahî dan. Di eynî demê de, Xiyas Sûrçî, berpirsê beşa medyayê ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) li Mûsilê, bal kişand ser pêşveçûnên artêşa Iraqê li başûrê Mûsilê û got: Artêşa Iraqê, bi azadkirina çend gundên li Mûsilê, gihîştiye nêzîkî navenda navçeya El Qiyarê.

Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê, duh ragihandibû, piştî cihhatina qonaxên yekem û duyem ên operasyona azadkirina Mûsila navenda parêzgeha bakûrî ya Neynewayê, wê li dahatiyeka nêz de, qonaxa sêyem a vê operasyonê bi beşdariya hêzên artêşê û hêzên gelanî, dest pê bibe.

Mûsil, pêgeha herî girîng a DAIŞ`ê li Iraqê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu