CîhanErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

“Birêvebiriya Trump şirîkê sûcê qetlîamên Siûdiyê yên li Yêmenê ye”

Di sernivîsa ku lijneya weşanê ya rojnameya Washîngton Postê (WP) ya Amerîkayê nivîsand da hat diyarkirin ku birêvebiriya Amerîkayê ya ku piştgiriyê dide koalîsyona bin serkêşiya Erebistana Siûdî ya ku di şerê li Yêmenê da dibe sedema gelek mirinan “şirîkê sûcê” ye.

Lijneya Weşanê ya rojnameya Washîngton Postê sernivîseke bi serenava “Birêvebiriya Trump şirîkê sûca qetlîamên Siûdî ye” nivîsand.

Di nivîsê da hat bibîrxistin ku koalîsyona bin serkêşiya Erebistana Siûdî da ji 26ê adarê vir va li Kîtafê nexweşxaneyekê û li Sanayê jî dibistanek bombebaran kir û di van êrîşan da 12 jê zarok herî kêm 21 sivîl mirin û hat destnîşankirin ku di lêpirsîna Neteweyên Yekbûyî (NY) da gelek sûcên şer hatine tesbîtkirin.

Di sernivîsê da hat gotin ku “Serok Donald Trump pêşnûmaya qanûnê ya ku dê daxilbûna li şerê Yêmenê yê Amerîkayê bi dawî bîne veto kir û ev qeyd tune hesiband. Serok bi hinceta ku pêşnûmaya navborî otorîteya wî ya makezagonî qels dike û tu eskerên Amerîkayê yên ku hevaliya koalîsyona Siûdî ya li Yêmenê dike tune pêşnûmayê nehewce dît” û hat ragihandin ku lojîstîk û agahiyên îstixbaratê yên ku Amerîka ji bo Erebistana Siûdî peyda dike ji hêla Trump va wekî “bi dijminahiyên li herêmê ra bêeleqe” tê hesibandin.– “Kongre divê rêyekî din bibîne”

Di sernivîsê da nirxandina ” Di rastiyê da bêyî piştgiriya Amerîkayê, firotina bombeyan û peydakirina materyalên din bombebaranên Siûdiyan nikare berdewam bike. Ev yek jî birêvebiriya Trump wekî di bombebaranên ser dibistan û nexweşxaneyê da dike şirîkê qetlîamên li Yêmenê dewam dikin. Herwiha kongre divê di têkiliyên xwe yên bi rejima Siûdî ra ya ku ji aliyê Prensê Welîehd Mihemed bîn Selman va tê birêvebirin da ji bo ku Amerîka polîtîkaya xwe biguherîne divê rêyekî din bibîne.”

Di sernivîsa rojnameyê da girîngiya serenavên wekî “Heta bombebaranên li Yêmenê rawestin bila ji bo Riyadê çek neyên firotin” û “Kiryarên cinayeta Cemal Kaşikçi hesabê bidin” ên di pêşnûmaya ku Senatoyê qebûl kir da cî digirin destnîşan kir.– “Dê bibe sedema bêtir qetlîaman”

Di sernivîsê da bal hat kişandin ku Serokê Komîteya Têkiliyên Derva yê Senatoyê Komarparêz James Rîschî li ser pêşnûmayeke nû dixebite û di vê pêşnûmayê da Prensê Welîehd bîn Selman wekî yek ji berpirsyarên cinayeta Kaşikçi nayê nîşandan û wiha hat gotin: “Civava îstixbaratê ya Amerîkayê piştî ku gihaşt encama ku Prensê Welîehd ji cinayeta Kaşikçi berpirsyar nîne û derfeta derbasbûna serbest bidê dê ev yek bibe sedema bêtir qetlîaman.”

Başa dön tuşu