ÎranNûçeRojhilatanavin

Birêxistina merasima tazîdarîya jibo ayetulah Haşimîyê Refsencanî bi amadebûna rêberê inqilabê

Merasima tazîdarî û rehmetxwestina jibo hevalê dêrîn û hevçeperê serdema têkoşînê û hevkarê nêzîk yê dewrana Komara Islamî, ayetulah Haşimîyê Refsencanî serokê civata kifşkirina berjewendîyên nizama Îranê ji alîyê hezretê ayetulah ozma Xaminêyî rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî va li husêynîya îmam Xumêynî (RE) hat lidarxistinê.

Li vê merasimê endamên malbatê û xizm û kesên rehmetîyê ayetulah Haşimîyê Refsencanî, serokên sê dezgehên sereke, berpirsên îdarî û serbazî yên welêt, çîn û qatên gel û hin rayedarên welatên curbicur pişkdar bûn.

Li merasima rehmetxwestinê ya jibo Haşimîyê Refsencanî, quranxanan hin ayetên quranê xwendin û pesinderên ehli beytê (S) jî pesindarî kirin.

Ayetulah Muwehêd-kêrmanî pêşnimêjê demkî yê nimêja înîya Têhranê îro li merasima rehmetxwestina jibo ayetulah Haşimîyê Refsencanî, bawerîya li Xwedê û berxwedana di rêya heqî û Xwedê da taybetmendîya herî girîng a serokê rehmetî yê civata kifşkirina berjewendîyên nizama Îranê zanî.

Ayetulah Muwehêd-kêrmanî herwiha got: Gelê Îranê tu wexta têkoşîna Haşimîyê Refsencanî di serdama rêjîma pehlewî da, li hemberî bereya jorbêj û xizmet û berpirsîyên wî di qonaxên curbicur yên mîna serdema berevanîya pîroz, serokatîya meclisa şêwra islamî, serokomarîyê û serokatîya civata kifşkirina berjewendîyên nizama Îranê ji bîr nakin.

Ayetulah Haşimîyê Refsencanî serokê civata kifşkirina berjewendîyên nizama Komara Îslamî ya Îranê êvara yekşemiyê ji ber rawestana dil di temenê 82 salîyê da li nexweşxana Şuhedaya Tecrîşê li  Têhranê da emrê Xwedê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu