BehreynNûçeRojhilatanavin

Veguhestina Şêx Îsa Qasim bo nexweşxanê derew hate zanîn

Kanala televîzyonî ya AL ALAM`ê, ragihand: Çavkaniyeka nêzîkî malbata Şêx Îsa Qasim, rêberê şîeyên Behrêynê, veguhestina wî bo nexweşxanê derewand.

Li halekê ku hin çavkaniyên nûçeyan radigihînin ku Ayetulah Şêx îsa Qasim, rêberê şîeyên Behrêynê, jibo nexweşxaneya Behrêynê hatiye veguhestin, lê çavkaniyeka nêzîkî malbata wî, veguhestina wî ya bo nexweşxanê bona dermankirinê, derewand û got: Ayetulah Îsa Qasim di mala xwe da ye.

Li gorî rapora çavkaniyên nûçeyan a Behrêynê, çend saetan berî niha hêzên ewlehiyê yên Behrêynê, dorpêça mala Şêx Îsa Qasim, giran kirin û ambûlanseka nexweşxaneyeka Behrêynê jî li ber mala wî hatiye dîtin lê kesên ku derdora mala wî bûn, piştrast nekirine ku ew ji mala xwe derketiye yan bi ambûlansê jibo nexweşxanê hatiye birin.

Herwiha hêzên ewlehî, zirixpûş û trombîlên polîs bi awayekî berfireh derdora mala rêberê şîeyên Behrêynê û navçeya Derazê bicih bûne.

Piştî xirabbûna hal û rewşa Şêx Îsa Qasim, Rêxistina Efûya Navneteweyî, roja duşemiyê ji rayedarên Behrêynê xwest demlidest rewşê jibo dermankirina wî xweş bikin.

Rejîma Alê Xelîfe ya Behrêynê, bi istandina mafê welatîbûnê û mihakimekirina Şêx Îsa Qasim, ji Hezîrana sala 2016`an ve, navçeya El Deraza cihê mayîna vî alimê olî dorpêç kiriye û nahêle ku nimêja îniyê ya şîeyan li vê navçeyê were xwendin.

Di eynî demê de bi destpêbûna civîna duyemîn a dadgeha Şêx Elî Selman, sekreterê giştî yê Civata El Wifaq a Behrêynê, li Menameya paytexta vî welatî rewşa amadebaş a berfireh hate ragihandin lê dodwerê dadgehê, careka din mihakimeya vî rêberê şîe, paşda xist û dema wê 28`ê Kanûnê ragihand.

Şêx Elî Selman, ji sê salan berî niha ve bi tawanên pûç li zîndanên Alê Xelîfê ye.

Li gorî nûçeyeka din a ji Behrêynê, mêdya behrêynî ragihandin, hêzên Alê Xelîfe bi awayekî  neqanûnî, êriş birine ser bajarê Sarê û du ciwanên behrêynî yên bi navê Mehmûd Hisên Tac û Yûsif Elewî Tac, girtin.

Behrêyn ji 14`ê Sibata sala 2011`an ve bûye qada nerizamendiya gelanî ya dijî Rejîma Alê Xelîfe. Xelkê Behrêynê, azadî, dabînbûna dadê û jiholêrabûna newekheviyê û serdestbûna dewleteka bijare li welatê xwe dixwezin.

Başa dön tuşu