Birîndarbûna 40 filistînîyan di encama pevçûnên navbera leşker û bajaroknişînên Siyonîst de
Di encama pevçûna di navbera leşkerên Siyonîst û bajaroknişînên Siyonîst bi filistîniyan de li bajarê Nablosê li Perrava Rojava ya Çemê Urdinê de, bi dehan filistînî birîndar bûn.
Li gorî rapora kanala Al Alamê, îro şemiyê li dû êrişa bi hezaran bajaroknişînên Siyonîst ser aramgeha Hezretê Yûsif li bajarê Nablosê li Perrava Rojava ya Çemê Urdinê, di navbera ciwanên filistînî û bajaroknişînan de ji aliyekê ve û filistîniyan û leşkerên Siyonîst de ji aliyekî din ve, hin pevçûn qewimîn ku di encama van pevçûnan de zêde ji 40 filistînî birîndar bûn.
Zêde ji 6 hezar bajaroknişînên Siyonîst, bi hevrêîtiya Uri Ariel (Ûrî Eriyêl), wezîrê cotkariyê yê vê rejîmê, fermandeyê leşkerên artêşa dagîrker li Perrava Rojava û hin nûnerên Parlimana Îsraîlê, derbasî nav aramgeha Hezretê Yûsiv bûn ta ku bona piştgîriya ji leşkerên Siyonîst rêûrisma Telmûdî li dar bixin.
Usam Bekir, emîndarê hêzên netewî û îslamî yên li Filistînê, got: Bajaroknişînên Siyonîst, van rojane bûne baska serkutker a Rejîma Dagiorker li erdên Filistînê û bona pêkanîna tirs û xofê di nava malbat û xelkê Filistînê de, her alavekê bi kar tînin.
Ev pevçûn di rewşekê de qewimîn ku filistînî xwe ji bo lidarxistina rêpîvana roja duşemiyê, hevgavî salvegera 70`mîn a Roja Reş amade dikin û ji hêla din ve jî wê rêûrisma veguhestina balyozxana Amerîkayê ji Têlavîvê bo Qudsê jî were lidarxistin.