AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Firotina 32 ton Ava Giran a Îranê ji bo Amerîkayê

Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê got: Heya îro, 32 ton Ava Giran ji bo Amerîkayê hatiye firotin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Elîekber Salihî, serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê, îro li koma nûçegîhanan li Têhranê herwiha got:  Kompaniyên ewrûpî, almanî û fransî, dixwezin ku ji Îranê Ava Giran bikirrin û Îranê jî amadetiya xwe ya di vî warî de ragihandiye.

Alîkarê serokê Komara Îslamiya Îranê got: Li gorî Lihevkirina Navokî, Îran dikare 130 ton Ava Giran, bi awayekî stratejîk, depo bike û divê ku zêdehiya berhemanîna xwe bifroşe û di vî warî de 38 ton Ava Giran jî ji bo Rûsya hatiye dayîn.

Salihî herwiha got: Komara îslamiya Îranê, dikare ku di salê de 20 ton Ava Giran berhem bîne, eva li halekê ye ku di 50 salên tê de, heta bi bikaranîna Ava Giran li pêşeyê de, ava giran ya pêwîst ji Îranê re digihêje nêzî 250 tonan.

Serokê Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê, bal kişand ser vê yekê ku Îran bûye wekî dabînkerê girîng ê Ava Giran li cîhanê û got: Eva wekî kaniyeka gerok e ku dikare ava giran ya depo dike jêre wek zimhêreke stratejîk were hesêb. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu