ÎranNûçeRojhilatanavin

Şaşitiya dîrokî ya welatên rojavayî li warê bikaranîna têrorîsmê wek darê destan

Elî Şemxanî sikritirê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyiya Îranê roja îniyê li salvegera şikandina dorpêça Abadanê (Dorpêçkirina bajarê Abadanê li başûrê rojavaya Îranê di destpêka şerê heştsalî yê rêjîma beisa Iraqê li dijî Îranê) her viha got: Rastiyên heyî li hevsengioyên navçeyî û cîhanî ji wan hebşûna berfireh a têrorîstan û ramanên têrorîstperwer encama şaşitiyên dîrokî yên welatên rojavayî li warê bikaranîna têrorîsmê wek darê destan û piştgiriya ji ramanên nedirust ji bo sekinîna li hemberî ramana islama resen û inqilabî û standardên ducûre li hemberî têrorîsmê ye.

Sikritirê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyiya Îranê got: Hevgirtin û yekdengiya welatên islamî ji bo sekinîna li hemberî gefên sereke li dijî cîhana islamê pêwsît e.

Şemxanî got: Peywendiyên nepenî û eşkere di navbera hinek ji welatên paşverû digel Rêjîam Siyonîst xiyaneta eşkere li ramana Filsitînê û berjewendiyên cîhana Islamê ye û gelên misilman dê bi hetim dewama van reftaran nehemilînin.

Sikritirê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyiya Îranê her viha got: Parliman û desthilatdarên welatên islamî dewsa pesendkirina qanûnan ji bo derxistina astengiyan û danîna sînoran ji bo hatina heciyan sa beşdariya li merasima hecîtiyê an pêkanîna hevpeymaniyê ji bo birakujî û kuştina misilmanan divê li fikra wêdadayîna gefên rasteqîn ên Amerîka û Rêjîma Siyonîst û nexşeyên wan ji bo parçekirina welatan û pêkanîna duberetî û bêtifaqiyê bin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu