NûçeRojhilatanavinSûriye

Birîndarên êrişa kîmyawî ya terorîstan gihişt 100 kesan

Birîndarên êrişa kîmyawî ya terorîstan ser du navçeyên El-Xalidiye û Cemyiyet-ul-Zehrayê li Helebê gihêşte 100 kesan.

Terorîstan şeva çûyî bi roketên ku gazên Kolerê tê de bûn êrişî ser du navçeyên El-Xalidiye û Cemyiyet-ul-Zehrayê li Helebê kirin û zêde ji 100 kesên sivîl birîndar kirin.

Ji ber vê êrişa kîmyawî ya terorîstan ser deverên Helebê piraniya birîndaran ketin rewşa fetisînê loma ew gihandin nexweşxanan.

Terorîstan berî vê yekê jî li deverên din ên Sûriyê ji wan li Xanşîxûnê û Xûteya Rojhilatê bi îstifadeya ji çekên kîmyawî hewldan sûça vê kiryarê xwe bavêjin sikura hikûmeta Sûriyê daku mihaneyê ji bo welatên rojavayê çê bikin daku êrişî ser hikûmeta Sûriyê bikin. Lê belê çavkaniyên nûçeyan ên Sûriyê bi belge îsbat kirin ku êrişên hanê karê terorîstan bûye û komploya wan a qirêj bê encam kirin.

Başa dön tuşu