CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Bırocêrdî: Amerîka nikare hêlên sor ên Îranê li navçeyê derbas bike

Elaedîn Brocêrdî serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê bi gotina viya ku `Îran li hemberî her gefa Amerîkayê disekine`, destnîşan kir: Amerîka nikare hêlên sor ên ku Îranê li navçeyê danîne, derbas bike û em nahêlin ku ewna vî karî bikin.

Li gorî rapora IRNA`yê ji zarê malpera kanala El Meyadînê, serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê êvara çarşemiyê li hevpeyivîna digel vê kanalê bi bîr xist ku `Ihtimala pevçûna leşkerî navbera Îran û Amerîkayê kêm e`.

Elaedîn Brocêrdî got: Amerîkiyan hertim hewil dane ku Îranê têk bibin; Wisa ku hewil dane derbeyê li hevpeymanên Îranê bi taybet li Berxwedanê bixin, lê bi ser neketine.

Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê got: Amerîkayê li warê rûbirûbûna digel Îranê siyaseteke xwe ya bingehîn û neguhêrbar tine û ji aliyê din va Îran li du warên siyasî û stratijîk va niha gellek bihêz e û di asteke bilind da ye û Waşîngton rewşeke viha ji bo Îranê naxwaze.

Brocêrdî her wiha got: Eger çi ku em şêrr naxwazin; Lê em li hemberî her cûre gefa Amerîkayê disekinin; Ji ber ku Îrana îro Îrana dema Şah nîne.

Wî ihtimala rûbirûbûna leşkerî ya Îran û Amerîkayê lawaz zanî û bi bîr xist ku Amerîka baş şiyanên Îranê nas dike.

Serokê Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser viya ku Îran her cûre tawana piştgiriya ji têrorîsmê red dike, got: Îranê heta niha roleke gellek girîng li sekinîna li hemberî têrorîsmê bi taybet du komên têrorîstî tekfîrî yanê DAIŞ û Cebheya Nusreyê li navçeyê hebûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu