ÎranNûçeRojhilatanavin

Birûcêrdî: Amerîka bi dû mehnegirtinê ye

Li gorî rapora IRIB News`ê, Elaedîn Birûcêrdî, serokê komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derveyî ya Meclisa Îranê, roja yekşemiyê li bara gotinên dijî Îranê yên Can Kêrî, wezîrê karên derve yê Amerîkayê, destnîşan kir: Amerîka, mînakeka aşkera ya terorîsma dewletî û piştgira kiryarên terorîstî û komên tundrê li dinyayê ye, lê tevî vê yekê nihêrîneka nerastîn li Komara Îslamiya Îranê re heye.

Birûcêrdî, îdiayên wezîrê karên derve yê Amerîkayê li bara piştgiriya Îranê ji terorîsmê red kirin û destnîşan kir: Amerîka, dijminê naskirî yê Komara Îslamiya Îranê ye û bi hetm astengîderxistinên wê yên ser riya karên aborî yên Îranê, wê negihîjine encamê.

Birûcêrdî herwiha got: Amerîka, her alavekê bona sekinîna li hember Komara Îslamiya Îranê bi kar tîne û îro rojê meselên wekî piştgiriya ji terorîsmê û mafên mirovan hilêxistine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu