AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Birûcirdî: Ji xebata dijî terorê re îrada cîhanî pêwîst e

Elaedîn Birûcirdî serokê Komîsiyona Ewlehiya Netewî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê li hevdîtina xwe ya duh şemiyê tev Kentaro Sonowara wezîrê dewleta Japonê li karûbarên derveyî li Têhranê destnîşan kir; Amerîka û hevalbendên wê bi piştevaniya çek û sîlahî û abûrî ji grûpên terorîstî şaşitiyekî mezin kirin, bi curekê ku roja îro hevkariyên welatên cîhanê û saziyên navnetewî jî nikare koka van terorîstan lêxîne.

Serokê Komîsiyona Ewlehiya Netewî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê li vî halî destnîşan kir; Îran li xebata dijî terorîstan micide û hevkariya îstixbaratî ya Îranê û Japonê dikare li şerê dijî terorîzmê gelekê girîng û bi feyde be.

Serokê Komîsiyona Ewlehiya Netewî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê bal kişande ser peywendiya navbera parleman û dewletên Îran û Japonê û daxwaza berfirehkirina hevkariyên curbicur di navbera Îranê û Japonê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu