ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Birûcirdî: Peywendiyên navbera Îranê û Iraqê taybet in

Serokê Komîsiyona Ewlehiya Netewî û Peywendiyên Derveyî yê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê got: Peywendiyên navbera Îranê û Iraqê taybet in.

Elaedîn Birûcirdî serokê Komîsiyona Ewlehiya Netewî û Peywendiyên Derveyî yê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê ku ji bo pişkdariya li civîna durojî ya “Iraq piştî DAIŞ`ê, seredana Bexdayê kiribû, piştî kutahiya vê civînê got: Peywendiyên navbera Îranê û Iraqê taybet in.

Serokê Komîsiyona Ewlehiya Netewî û Peywendiyên Derveyî yê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê destnîşan kir; Li van du rojana û li hevdîtina tev karbidestên iraqî yên wekî Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve, Selîm Cebûrî serokê parlemanê, Emar Hekîm serokê Hevalbendiya Netewî ya Iraqê, li bara meseleyên di navbera du welatan û çawaniya berfirehkirina peywendiyên navbera Bexda û Têhranê gotûbêj hat kirin.

Elaedîn Birûcirdî herwisa destnîşan kir ku li van hevdîtinan vexwendinnameyên Elî Larîcanî serokê meclisa Îranê bona pişkdariya Îbrahîm Ceferî, Selîm Cebûrî û Emar Hekîm li konferansa “ Întefazeya Filistînê“ li Têhranê jî radestê wan hate kirin.

Elaedîn Birûcird herwisa qirar e ku îro tev Heyder Ebadî serokwezîr û Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê jî hevdîtinê pêk bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu