NûçeRojhilatanavinSûriye

Bişar Ceferî: Tirkiye hevkariya grûpên terorîst dike

Nunerê Dayimî yê Sûrîyê li NY ji ber belavbûna nûçeyên derew û piştgirîya hejmarek welatan ji têrorîstên li Sûrîyê ji wan Tirkîyê rexne kir.

Ligorî rapora Televîzyona Al Akhbariyê, Nunerê Dayimî yê Sûrîyê li NY Bişar Ceiferî di civîna Konseya Ewlehîyê ya NY de ku bi armanca “hilkolandina rewşa Sûrîyê“ hat lidarxistinê got: Ev civîna di demeke guncav û durist da tê lidarxistinê, ji ber ku eva derfetek jibo me û hin welatên din e ku em Civata Ewlehîyê derbarê êrişên komên têrorîst ên li Idlibê dijî gund û şarên derdora Heleb, derdora bakura Hema û derdora bakura Laziqîyê haydar bikin.

Nûnerê herdemî yê Sûriyê li Netewên Yekgirtî Beşar Caferî ragihand, hikûmeta Tirkiyê rêzê li cîrantiyê nagire û bi awayekî berdewam hevkariya grûpên terorîst dike.

Wî herwiha got: Hemû endamên Encûmena Asayişa Navdewletî dizanin pirsgirêkek li Idlibê heye û divê were çareserkirin, lê ew sedema vê pirsgirêkê piştguh dikin û bi berdewamî Tirkiyê û hevalbendên wî hevkariyan pêşkêşî grûpên terorîst dikin û pêbendê rêkeftinên Astana û Sochiyê yên derbarê “herêma kêmkirina aloziyan” de nabin.

Ceiferî herwiha got: Ji ber vê yekê koma têrorîst a Bereya Nusrayê karîye Idlibê û hin navçeyên derdora wê kontrol bike, welatiyên sivîl wek mertalên mirovî bikar bîne û tawanên herîhovane bike. Bereya Nusrayê avahiyên giştî kirine navendên girtina welatiyên ne hevfikrê xwe û wan eşkence dide.

Başa dön tuşu