ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Bişar Ceiferî: Bila lîstina bi êgir li Sûrîyê kuta be

Serokê desteya muzakirekir a Sûrîyê li civîna Astanê, ji welatên piştgirê têrorîsmê xwest ku dawî li lîstina bi êgir li Sûrîyê bînin.

Bişar Ceiferî serokê desteya muzakirekir a hikûmeta Sûrîyê li civîna Astanê li civîneke rojnamevanîyê pêkutî kir ku em temîyê didin welatên navçeyî yên piştgirê têrorîsmê heta ku mecal heye sîyasetên xwe li hemberî Sûrîyê biguherînin.

Herwiha dyar kir ku niha eva ser xêra komên çekdar e ku jibo parastina xwîna gelê Sûrîyê tevlî agirbesê bibin.

Serokê desteya muzakirekir a Sûrîyê li civîna Astanê herwiha got: Welatên ku Daxûyanîya Astanê wajo kirine yê li têkoşîna dijî komên têrorîst ji wan DAIŞ û el-Nusrê pişkdarîyê bikin.

Serokê desteya muzakirekir a Sûrîyê li civîna Astanê li bara têkoşîna kurdên sûrî li hemberî komên têrorîst jî got ku Şam bi kurdên vî welatî şanazîyê dike, ji ber ku gellek kurdên sûrî hejî Sûrîyê dikin û welatparêz in.

Bişar Ceiferî herwiha qedrê Îranê ji ber rola li civîna Astanê girt û got ku Îran yek ji wan welatan e ku hewl da agirbes li Sûrîyê pêk bê û niha jî roleke erênî li amadekirina daxûyanîya dawîya civîna Astanê lîst.

Alîyên pişkdarê muzakirên aştîya Sûrîyê li Astaneya paytexta Qazaqistanê îro danê êvarê li daxûyanîya dawîyê ya vê civînê li ser piştgirîya ji yekperçetîya axa Sûrîyê û têkoşîna li hemberî têrorîstan sekinîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu