IraqNûçeRojhilatanavin

Ibrahîm Ceiferî: Serketina Iraqê li hemberî DAIŞ`ê, encama yekitîya gel bû

Ibrahîm Ceiferî wezîrê karên derve yê Iraqê îro li Konfiransa Bijareyên Iraqê ku bi merema aştîya netewî hat lidarxistinê, heyf û mixabinîya xwe ji ber rewşa roja îro ya cîhana ereb û navçê dîyar kir û têkildarî aştîya netewî li Iraqê got: Çîn û qatên civaka Iraq tu pirsgirêka wan bi hev re tineye û ev aştîya li piratîkê heye lê hewce ye ku ev aştîya misoger bibe û bidome.

Wezîrê karên derve yê Iraqê herwiha got: Gellek kes û welatan hewl dan bi rêya pircûrîya etnîkî û dînî ya li Iraqê, derbê li vî welatî û gel bidin lê nekarîn û gelê Iraqê bi giranî bala xwe dide ser yekitîya netewî lê di eynî demî de pêwîst e ku pêngavên tifaqçêkir li welêt bên zêdekirinê.

Wî herwiha got: Iraqê niha 16 postên navnetewî li NY hene bêyî ku wek welatên din ji bo bidestxistina wan postan diravên giran xerc kiribe.

Yûsif Ibnê Ehmed Esîmîn sêkrêtêrê gişt Sazîya Hevkarîya Islamî jî li vê merasimê pişkdar bû û li axavtinekê, aştî ji bo civaka Iraqê pêwîstîyek zanî û got: Istiqrar û ewlehî li Iraqê bi wateya istiqrar û ewlehîya li hemî deverê ye û qonaxa piştî DAIŞ`ê li Iraqê divê qonaxa çaksazîyan û aştîya netewî be ta ku DAIŞ li vî welatî dubare nebe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu