NûçeRojhilatanavinSûriye

Bişar Esad: Tiştê ku Donald Trump li bara min Twît kiriye, ew bixweye

Serokomarê Sûriyê wek berteka li hemberî gotinên dijûnbar ên serokomarê Amerîkayê got: Ev gotin nîşana kesayetiya Trump in û gotinin bi vî rengî tenê dikarin ji devê wî derkevin.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Bişar Esedê serokomarê Sûriyê Çarşemiyê bi şev li gotûbêja bi Kanala Têlêvîziyoniya Raşa Tûdêy (Russia Todayê) got: Tiştê ku Donald Trump li bara min Twît kiriye, ew bixweye.

Trump li yek ji peyamên xwe yên ji Twitterê tevî bikaranînan gotina dijûnbar a “Heywan”, serokomarê qanûnî yê Sûriyê kiribû aliyê peyama xwe.

Bişar Esed her wiha got: Xaleka gellek nasyar heye ku Tiştê ku tu dibêjî heman tişt e ku heyî. Bes Trump xwestiye tiştê ku heye nîşan bide û eva tiştekî xwezayî ye.

Serokomarê Sûriyê bi gotina vê yekê ku sûdwergirtina Trump ji navê dijûnbar li dijî wî pêka tiştê ku li Sûriyê diqewmie, negirîng e, got: Tenha tiştê ku dibe sebeba vê hereketê, ev gel e ku baweriya baweriya te bi wan ra heye û ev ew tişt e ku divê hundirê meriv bîne coş û kelecanê û kesek mîna Trump tiştekî di mejiyê min da nade xebatê.

Bişar Esed li vê hevpeyivînê her wiha rewşa niha ya Sûriyê, derketina komên çekdar ji bajaran ji wan Idlibê, kêşeyên vê dawiyê digel Rêjîma Siyonîst û hebûna çekdarên amerîkî li bakurê Sûriyê şirove kir.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tirkiyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.

Başa dön tuşu