NûçeRojhilatanavinSûriye

Bişar Esed: Em dê Kumsipîyan jî wekî têrorîstan ji nav bibin

Serokomarê Sûrîyê şeva buhurî koma bi navê Kumsipî komeke têrorîst bi nav kir û dîyar kir ku artêşa Sûrîyê bi zûtirkê dê Kumsipîyan ji nav bibe.

Bişar Esed serokomarê Sûrîyê şeva buhurî li hevpeyvîna digel mêdyayên ûris pêgirî kir ku Kumsipî ne komên hawargiheştin û xilaskirinê û çalakên sivîl in, belkî baskê mêdyayî yên têrorîstên Cebhet ul Nusrê ne û ragihand: Niha serkirdên Koma Kumsipîyan ji Sûrîyê revîne.

Bişar Esed herwiha got: Rêjîma Sîyonîst, Urdin û zilhêzên rojavayî serkirdên vê komê ji Sûrîyê dan revandinê.

Artêşa Rêjîma Sîyonîst yekşema buhurî li daxûyanîyekê ragihand ku nêzî 800 kes ji koma têrorîst a bi navê Kumsipî veguhestine Erdên Dagirbûyî yên Fiilstînê û ji wir va jî birine Urdinê.

Artêşa Israîlê ragihand ku ev kara li gorî daxwaza Amerîkayê û çend welatên ewropî hatîye kirin.

Urdinê jî ragihand ku ew 800 kes dê ber bi Ingilîs, Kanada û Almanê va bên şandinê.

Koma nasyar bi Kumsipî di Adara sala 2013`ê de bi alîkarîyên darayîyê yên Amerîka û Ingilîsê li Tirkîyê hat damezirandinê. Erka vê komê ew bû ku li deverên di bin dagirkerîya komên têrorîst li Sûrîyê da kar bike.

Gellek belgeyên ku artêşa Sûrîyê li deverên ji lepên têrorîstan azadkirî bi dest xistine nîşan didin ku têrorîstên Kumsipî rê ji bo bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla têrorîstên Tehrîr ul Şamê li dijî sivîlan xweş kirine.

Başa dön tuşu