CîhanEwropaNûçe

Hêviya Arjantînê ji keştiya noqavê nemayê

Keştiya artêşa Arjantînê ya bi navê ASA San Juanê ji 15 ê meha boî heya niha ti agahî nehat sitendin. Di nava keştiyê de 44 wezîfedar hebûn û niha ti hêvî ji wan nayêkirin.

Berdevkê hêzên deryayî yên Arjatînê Enrique Balbi ragihand ku ew li keştiyê digerin lê ti hêvî nemaye ku mirovên di nav keştiyê de li heyatê bin.

Berdevk Balbi weha got: “18 welat alîkariya me kirin. Em du cara li keştiyê geriyan û me wextê xwe dirêj kir. 28 keştî, 4 balafir û ji 4 hezar personelan zêdetir kes li keştiyê geriyan lê me xwe negihand keştiyê. Dibe ku operasyonên ji bo dîtinê dewam bikin. Oksîjena di keştiyê de têra 7-10 rojan dikir. Ji ber oksijen dê nemabe, hêviya me jî ji personelan nemaye.”

Keştî malê Alman bu, dîzel elektrîk bû û di sala 1983ande ketibû nava alavên Arjantînê yên behrê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu