ÎranNûçeRojhilatanavin

Bisînorkirina dayîna vîzeyê ji bo seredana Îranê li Herêma Kurdistana Iraqê derew hat zanîn

Murteza Ibadî serkunsolê Komara Islamî ya Îranê li Hewlêrê gotegotên derbarê nedayîna vîzeya seredana Îranê derew zanîn û ragihand: Welatê berfire yê Îranê ji ber şûnewarên zef ên balkêş, dînî û seyranê û navendên dermankirinê hene ku gelê Iraqê ji wan niştecihên Herêma Kurdistana vî welatî ji ber van babetana seredana Îranê dikin. Lewma bilî meyla gel ji bo seredana Îranê, berpirsên Herêma Kurdistanê nemaze wezîrê birêz ê şaredarî û geştyarîyê yê Herêma Kurdistanê pêgirîyê ser berfirekirina pêşeya geştyarîyê bi sûdwergirtina ji hemî potansîyelên her du alîyan dike û tevî şopandina vê mijarê li civînên asayî digel serkunsolxana Îranê, zemîneyên lidarxistina konfiransên hevpar jî dabîn kirin.

Serkunsolê Îranê pêgirî kir ku serkunsolxanên Komara Islamî ya Îranê li Herêma Kurdistanê wergirtina vîzeyê ji berê hêsantir kirine, lewma xwazyarên vîzeyê dê bikaribin di çend sietan de vîzeyê wergirin û seredanê bikin.

Serkunsolê Îranê li Hewlêrê herwiha got: Welatîyên iraqî ji ber xercên giran ên kaptajê dema derbasî Îranê dibin nerazî ne, xercê ku şîrketeke iraqî ku xwe nunerê Sîgorteya Dêyê dide nasandinê tê wergirtin, eva li halekî ye ku xercê kapotajê herî zêde ji 50 dolarî derbas nabe.

Ibadî derbarê gotegotêntêkildarî nedayîna vîzeya seredana Îranê li Herêma Kurdistana Iraqê jî got: Di çend rojên destpêka Tebaxê de zêde ji 4 hezar vîze li nuneratîyên Komara Islamî ya Îranê li Herêma Kurdistanê hatin dayînê ku 2500 vîze li Hewlêrê hatin dayînê, lewma ew gotegot tam pûç û derew in.

Başa dön tuşu